Mensûr El-Beîcî: Divê hikûmet ji ber dosyaya avê, zextên aborî li ser Tirkiyê ferz bike

Parlamanterekî Iraqê, Mensûr El-Beîcî, daxwaz ji hikûmetê kir ku ji ber dosyaya avê zextên aborî li ser dewleta Tirk feriz bike.

Cîgirê Serokê Komîteya Çandiniyê û Avê di parlamana Iraqê de, Mensûr El-Beîcî, li ser mijarê axivî û got:

“Divê hikûmet bi lez bikeve tevgerê û zextên aborî li ser dewleta Tirk feriz bike, ji bo para Iraqê ya avê zêde bibe.”

El-Beîcî anî ziman ku divê Iraq li pêşiya şerê avê ku ji aliyê dewletên xwedî kaniyên avê ne, weke tamaşker nemîne.

Parlamanter Mensûr El-Beîcî destnîşan kir ku şerê avê ji şerê li dijî DAIŞ’ê ne kêmtir e.

Dewlet tirk a dagirker ku li ser çemên Firat û Dicleyê benda çêrikirine, na hêle av li gorî zagonên navnetwî biherike.

Ev tiştî jî wê para avê ya Iraqê kêmtir bike.

Jixwe tê zanîn jî ku herdu çemên Dicle û Firatê ku jêderên avê yên sereke ne ku çandiniya Iraqê li ser disekine, ji kaniyên çiyayên Tirkiyê derdikevin.

Back to top button