Newroza li Şehbayê ku ji ber rewşa hewa û barana zêde taloq bûbû, îro bi coş ji aliyê deh-hezaran kesî ve hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de, Desteya Serokatiya PYD Foza Yûsif diyar kir dagirkeriya Tirk wê nikare îradeya wan bişikînin û got: “Bi ruhê gelê Efrînê em ê vegerê mîsoger bikin.”
Her wiha Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê jî, ji bo şahiya Newrozê peyamek şand û soza bilindikirina têkoşîna li dijî dagirkeran da.
Newroza li Şehbayê ku 21’ê Adarê ji ber rewşa hewa û barana zêde taloq bûbû, îro bi coş hat pîrozkirin.
Bi deh hezaran xelkê kantona Efrîn û Şehbayê di saetên sibehê de herikîn qada Newrozê.
Pîrozbahî bi pêxistina agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan destt pêkir
10 s beta bide
Ji Newroza Şehba: Bi ruhê gelê Efrînê em ê vegerê misoger bikin
Li wir endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî û Newrozê li gelan pîroz kir.
Foza Yûsif di peyama xwe de diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nikarin îradeya wan bişkînin.
Endama Desteya Serokatiya PYD dawiyê soza domandin û bilindkirina asta têkoşînê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî da.
Ji HRE’ê peyama Newrozê: Em ê tekoşîna li dijî hêzên dagirker xurtir bikin
Her wiha Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) jî ji bo şahiya Newrozê ya Şehbayê peyamek şand.
Di peyamê de Newroz li Rêber APO û hemû gelan hat pîrozkirin û hat diyarkirin ku agirê bi destê Kawayê Hesinkar hatiye pêxistin îro bûye agirê serhiladana mezin.
Hêzên Rizgariya Efrînê berxwedan û têkoşîna gerîlayên azadiyên yên kurdistanê silav kir û got:
“Em jî soza bilindkirina tekoşîna li dijî dagirkeran didin û bang li hemû gelên azadixwaz û gelê Efrinê dikin ku ji bo serkeftinê bi hevre têbikoşin.