KNK’ê li Silêmaniyê bi yekîtiya Jinan re civiya

Şandeya KNK’ê bi Yekîtiya Jinên Kurdistanê re civiya û rola jinan di pêkanîna yekîtiya netewî de guftugo kir.

Li Başûrê Kurdistanê ji bo yekîtiya netewî û lidarxistina kongreya netewî serdanên şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê-KNK berdewam dikin.

Bi vê armancê şandeya KNK’ê li Silêmanî çû serdana ofîsa Yekîtiya Jinên Kurdistan.

Cîgira hevserokatiya KNK’ê Şehal Xefîd piştî serdanê daxuyanî da çapemeniyê û weha got:

“Ji bo hêz û hebûna xwe bikin yek û kongreya netewî pêk were, guftugoyên me yên bi rêxistinên jinan re berdewam in.

Biryara me her du aliyan ew e ku em ji bo lidarxistina kongreya netewî kar bikin.”

Sekretera Yekîtiya Jinan Kinêr Abdullah jî da zanîn ku xebata ji bo yekîtiya netewî ya Kurdistanê, xebatek daxwaza hemû Kurd û rêxistinan e û bi şandeya KNK’ê re xebatên hevbeş ku divê bikin guftugo kirine.

Leave a Reply

Back to top button