Gerîlayên HPG’ê li herêma Zap û Xakûrkê li dagirkeran dan.
Dewleta Tirk a dagirker ku têk çûye, bi balafirên şer 64 caran bombe li qadên gerîla barandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek parve kir.
Li gorî wê, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û herêma Xakurkê gerîlayan li dagirkeran dan.
Lê têkîldarî encama çalakiyan agahiyek nehate parvekirin.
HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker jî ev agahî parve kir:
“19’ê Adarê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.
Di navbera 16-23’ê Adarê jî qadên gerîla bi giştî 64 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
14 û 17’ê Adarê jî bi helîkopteran herêma Metîna û Xakurkê hatin bombebarankirin.