DYA’ê li Efxanistanê dest bi başvekişandina leşkerên xwe kir

Piştî peymana ‘Aştiyê’ ya di navbera Amerîka û Talîbanê de, Amarîka dest bi vekişandina leşkerên xwe yên li Efxanistanê kir.

Berdevkê Leşkerî yê DYA’ê Sonny Leggett ku li Kabîlê dimîne ragihand ku ew li gor peymana Doha tevdigerin.

Berdevkê Leşkerî yê DYA’ê li herêmê Sonny Leggett ragihand ku vekişîna yekemîn pêkhatiye.

Lê hejmarê leşkerên ku vekişinane parvenekir.

Niha li Efxanistanê 13 hezar leşkerên DYA’ê hene.

Ji van leşkeran 8 hezarên wan ji bo perwerdehiya hêzên Efxanistanê li wirin 5 hezar jî ji bo şerê li dijî terorîstan li herêmê ne.

Li gor peymana Dohayê divê DYA’ê di nav 135 rojan de jimara leşkerên xwe taxîne 8 hezar ê 600’î.

Dîsan li gor peymanê divê Amerîka heta dawiya sala 2021’an hemû leşkerên xwe li nav axa Afxanîstanê de derxe.

Back to top button