Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê navenda xwe ya sereke vekir.
Di merasîma vekirinê de ji QSD’ê, Meclisa Ruspiyan û rêveberiya xweser bi dehan kes amade bûn.
Endamê Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Ubeyd axivî û bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku piştgiriya QSD’ê bikin.
Endamê Meclisa Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîr Ebdîn Bedirxan diyar kir ku navend bi armanca kombûna tevahî eşîrên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çareserkirina doz û pirsgirêkên wan hat vekirin.
Navend wê têkiliyên jiyana hebeş û biratiyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de pêkbîne.
Her wiha diyalogê bi Rêveberiyên Xweser û pêşniyarên li ser kar û barên civakê wê pêşkêş bike.