Ji bo Desmond Tutu li Afrîqaya Başûr merasîmek hat lidarxistin

Li Afrîqaya Başûr ji bo dostê Kurdan Desmond Tutu di destpêka salê merasîmek oxirkirinê hat li darxistin.

Xwediyê Xelata Aştiyê Desmond Tutu di roja destpêka salê de merasîmek dewletî hate oxirkirin.

Jûstîn Welby Serpîskoposê Canterbûry ku mezinê dêra Anglîcan a di asta cîhanê de ye, di merasîmê de got: “Dema ku di tariyê de bûn wî ronî anî.”

Welby anî ziman, “Afrîqaya Başûr, tevî Serok Nelson Mandela û Serpîskopos Tutu, mînakên bê hempa ên pêşengên bilindbûna netewa bûka baranê da.

Çirayên ku gelek xelatên Nobelê bi destxistî bi demê re vemirîn, lê ronahiya Serpîskopos Tûtû geştir bûye.”

Yekşema bihorî Tûtû di 90 saliya xwe de wefat kir.

Li ser daxwaza wî ew xistin tabûtek çamê ya sade, ku ya herî erzan bû,

Merasîm bi koroyên Afrîqayê, dua û bi vêxistina tûtsiyan ve pêkhat.

Ji ber qedexeyên COVID-19’ê tenê destûr dan ku 100 şîngir tevlî merasîma cenazê bûn.

zengilên Katedralê li ber cenazeyê Tutu vêxistin û canaze ji bo şewitandinê birêket.

Back to top button