Di êrîşa li ser gundê Axceler de 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Dewleta Tirk îro bi balafireke bê mirov êrîşî gundekî Silêmaniyê kir û di encama êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Her wiha li Mexmûrê jî balafireke bê mirov a dewleta Tirk li wesayitekê da û di encamê de ciwanek birîndar bû.
Şêniyên Mexmûrê jî li ber avahiya NY kom bûn û êrîş şermezar kirin.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina sivîlan, didomîne.

Balafirek bê mirov a dewlet Tirk îro sê caran gundekî bajaroka Axceler a ser bi Çemçemal a Silêmaniyê ve bombebaran kir.

Li gorî agahiyan, di encamê de 5 kesan jiyana xwe dest dan û kesek birîndar bû.

Ji kesên jiyana xwe ji dest dane, navê Aram Hacî Kake Xan û Îsmaîl Îbrahîm, ên ji gundê Tuteqel in, ku di nava wesayitê de bûn, hat eşkerekirin.

Cenazeyên Aram Hacî Kake Xan û Îsmaîl Îbrahîm ku pismamê hev in ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hatin girtin û malbatan ew ber bi warên wan ve oxir kirin.

Di êrişa li ser Mexmûrê de ciwanek birîndar bû

Her wiha Îro nîvro, balefireke Bêmirov û Biçek a dewleta Tirk li Wargeha Penaberan a Mexmûrê li wesayîtekê da.

Di êrîşê de ciwanek birîndar bû.

Piştî ku êrîş pêk hat, ciwanê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Dema ku ciwan rakirin nexweşxaneyê, hemû şêniyên wargehê li ber deriyê Nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn.

Şêniyên Mexmûrê li ber deriyê avahiya NY êriş şermezar kirin

Piştre jî ji bo şermezarkirina êrişê ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve meşiyan.

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratik, Filîz Budak li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyanî da.

Fîlîz Bûdak êrîşa ku li ser wargehê pêk hat şemezar kir û got:

“Wê xeyalên ti hêzên qirêj ku hesabên xwe yên têkbirina tevgera azadiyê û Kurdisyanê dide meşandin bi cih neyê emê serbikevin û emê heta nefesa xwe ya dawî li berxwe bidin.”

Back to top button