PDK bi şêwazê DAIŞ’ê girtiyan di qefesê de dadgeh kir

Doh li Dadgeha Duwemîn a Ceza ya Hewlêrê ji girtiyên Behdînanê Mamosta Bedel Berwarî û Rojnamevan Umêd Beroşkî hatin dadgehkirin.

Dadgehê salek cezayê girtîgehê li herduyan birî.

Lê zêdetirî saleke herdu di girtîgehê de ne. Ji ber vê yekê dadgehê biryar da Mamosta Bedel Berwarî dawiya meha Mijdarê were berdan.

Lê ji ber dadgeha Dihokê 2 sal û 6 meh ceza li Umêd Beroşkî biriye, wê Beroşkî heta temamkirina cezayê lê hatî birîn, di girtîgehê de bimîne.

Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT ku çavdêriya pêvajoya dadgehkirinê kir, rapora xwe weşand.

Di rapora CPT’iyê de wiha tê gotin: “Me di ti belgeyên ku hatin pêşkêşkirin de Ispata ku u Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî ku dihat îdakirin ku gel teşfîqê xwepêşanda û şîdetêkriye nedît.

Ji aliyek din şêwazê dadgehkirina girtiyên Behdînanê şêwazeke ne xerîb bû. Di hindirê qefesê de ku ev şêwaz ji aliyê DAIŞ’ê ve dihat bikar anîn pêk hat.

Ev şêwaz li ser malperên civakî rastî berdekan hat.

Hate gotin ku PDK, eynî rêbazên DAIŞ’ê bikartîne. DAIŞ’ê Kurd di qefesan de dişewitand, PDK jî di qefesande dirizîne û bi demê re dikuje.

Back to top button