Biden 17 birynameyên ji vegera polîtîkayên Trump îmze kir

Serokê DYA Joe Biden di roja yekem a erkê xwe de, 17 biyarnameyên vegera ji polîtîkayên Donald Trump îmza kir.

Biden piştî merasîma li avahiya Kongreyê, berê xwe da Koşka Spî û ket nivîsgeha Oval.

Biden li wir, biryarnameyek ku vegera ji polîtîkayên Trump yên herî zêde di demên dawiyê de li ser dihat nîqaşkirin îmza kir.

Biryara despêkê ya Biden neçariya bikaranîna maskeyan bû.

Her wiha Biden di biryarnameyan de vegera li “Peymana Avhewa a Parîs û Rêxistina Tenduristiya Cîhanê WHO” jî îmze kir.

Biden biryara Trump ya piştî hefteyekê dema hatî ser erk û ji bo rêgirtina geştiyara çend dewletên misilman ji bo welat jî rakir.

Her wiha mijara dîwarê navbera Meksîka jî dinav de, Biden di roja serokatiya xwe ya yekem de 17 biryar erê kir.

Biden li nivîsgeha Oval têkildarî nameya ku Trump ji bo wî hiştî jî axivî û got,

Trump nameyek “pir merd” li pey xew hişt.

Back to top button