Li Hewlêrê 2 kesên din bi vîrûsê ketin

Li Hewlêrê 2 rewşên nû yên bi Coronayê hatin tomarkirin 

Li Kurdistanû welatên cîranê, hîna vîrûsa Corona metirsiya xwe heye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Herêma başûrê Kurdistanê li Hewlêrê 2 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine.

Li gorî daxuyaniyê yek jê mêrek 38 salî ye û ji gundê Ebû Cirde ya ser bi navçeya Giwêra ye û kesê duyemîn jî ji 29 salî ye û ji Enkawa ye.

Heta niha li Herêma başûrê Kurdistanê 504 kes bi vîrûsê ketine, ji vane 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 403 kes baş bûne û 96 kes di bin çavdêriyê de ne.

Back to top button