Karasu: Divê PDK aloziya li herêmê dirêj neke

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu diyar kir ku di şerê sêyemîn yê cihanê de, tenê Kurd dikarin bi yekîtiyê hebûna xwe biparêzin.

Ji ber vê yekê jî di vê pirsgirêkên xwe bi rêya danustandinan çareser bikin.

Karasû, da zanîn ku hêzên PDK’ê yên hatine Zînî Wertê hîn li wir in û ev bang kir:

Çareseriya rast, çareseriya ku gel daniye holê ye.

Divê alozî zêdetir neyê dirêjkirin, PDK van hişyariyan li ber çavan bigire û dawî li vê aloziyê bîne.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu şevê din tevlî bernameya Ulkeden a televizyona Medya Haberê bû û mijarên di rojevê de nirxand.

Mustafa Karasu aloziya li Zînî Wertê bi plana dewleta tirk a dagirker binav kir û wiha got:

Dewleta Tirk dixwaze têkoşîna azadiyê ya Kurd teng bike, dorpêç bike, bifetisîne.

Wateya hatina Zînî Wertê jî hewldana fetisandina PKK’ê ye.

Ji ber vê yekê, nêzîkatiya li Zînî Wertê nêzîkatiyeke xizmetê ji siyaseta dewleta Tirk re dike.

Ti peywendiya wê bi gelê Başûrê Kurdistanê, statûya wê, azadiya wê re nîne.

Ji ber vê yekê ez wate nadim ka çima pêşmergeyên PDK’ê hatine vir.

Karasu bibîr xist ku bi destpêkirina aloziya li Zînî Wertê re bang kiriye ku her hêzek vegere cihê xwe, pêwîste di navbera Kurdan de pirsgirêk dernekevin û wiha dirêjî da axaftina xwe:

Di dema şerê cîhanî yê sêyemîn de herkes li Rojhilata Navîn dixwaze parek ji xwere bigire û cihê xwe bihêz bike.

Başe di vê rewşê de ma wê Kurd bi hevketinê û şerê li dijî hev re bi awayeke bi hêz ji vê pêvajoyê derkevin?

Ev tiştekî gelek şaş e.”

Karasu da zanîn ku hêzên PDK’ê yên hatine Zînî Wertê hîn jî li cihê xwe mane, lê divê biçin û alozî zêde neyê dirêjkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu di dawiyê de jî ev hişyarî da:

Ez ji bo gelê Kurd û bi taybet jî ji bo PDK’ê dibêjim; evqas dirêjkirina aloziyekê xirabe.

Eger tu aloziyekê dirêj bikî, wê li cihekî pirsgirêk rû bide.

Ji ber vê yekê, divê bêyî ku aloziyê dirêjtir bikin, dawî lê bînin.

Divê raya giştî jî di vê mijarê de hişyar be.

Rewşeke asayîbûnê nîne, divê ev rewş bi dawî bibe.

Back to top button