Şerê Îsraîl û Hemasê: 168 roj

Di roja 168’an de bîlançoya şer û windahiyan zêde dibin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê ragihand ku hejmara qurbaniyan gihiştiye 32 hezar kesî.
Her wiha artêşa Îsraîlê ragihand ku li bakurê Şerîda Xezayê li nexweşxaneya Şîfayê operasyonek 3 roj pêk hat û 140 kes hatin kuştin.
Li aliyê din jî ji bo rawestandina şer, pêkanîna agirbestê û alîkariyên mirovî hewldan,navbeynkarî û serdanên welatên cîhanê didomin.

Li Şerîda Xezayê di meha Remezanê de jî êrîş û pevçûn bi dijwarî didome.

Ji despêka şer heya niha hejmara qurbaniyan gihişt 32 hezar.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê Eşref el-Kudra derbarê êrîşê de agahî parve kir.

Eşref el-Kudra da zanîn ku ji 7’ê Cotmehê ve di êrîşên Îsraîl de 31 hezar û 988 kes mirin û 74 hezar 188 kes jî birîndar bûn.

Berdevk Eşref el-Kudra diyar kir ku hîna di bin kavilan de kesên mirî hene lê ji ber êrîşên Îsraîlê tîmên tenduristiyê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.

Artêşa Îsraîlê di êrîşa li ser nexweşxaneya Şîfayê de 140 kes kuştin

Her wiha artêşa Îsraîlê ragihand ku li bakurê Şerîda Xezayê li nexweşxaneya Şîfayê operasyonek 3 roj pêk hat.

Artêşa Îsraîlê îdda kir ku ev operasyon li dijî kesên çekdar pêk hatiye û zêdetirî 140 kes hatine kuştin.

Medyaya Fîlîstînê jî diyar kir ku êrîşên Îsraîlê ya li dijî Nexweşxaneya Şîfayê ji ber pêşîgirtina Hemasê ku dixwaze ji nû ve kontrolê bi dest bixe û alîkarî bişîne bajêr pêk hatiye.

Sîsî: Di encamên operasyona leşkerî ya li dijî Refahê pir xeter be

Serokkomarê Misirê Abdulfettah es-Sisî bi Wezaretê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de Sisî hişyarî da ku heger Îsraîl êrîşî Refahê bike dê rê li encamên pir xeter veke.

Her wiha bilêv kir ku pêwîstî heye demildest li Xezayê agirbest pêk were.

Li aliyê din Sisî di hevdîtinê de bal kişandiye li ser karesata mirovî û xelayê ku sivîlên li Şerîda Xezayê rûbirû dimînin.

Antony Blinken: Peymana agirbestê ya li Xezayê nêz e

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî Misirê berê xwe da Erebîstana Siûdî.

Antony Blinken balkişand li ser agirbesta li Xezayê anî ziman ku peymana agirbestê nêz e.

Her wiha Blinken ev tişt anî ziman:

“Me ji bo pêşniyarek bi hêz bi Qeter, Misir û Îsraîlê re pir xebitîn.

Lê Hemas vê yekê qebûl nekir. Bi daxwazên cûda hatin.

Heger Hemasê giringiyê dide mirovên ku nûnertiya wan dike divê xwe nêzî lihevkirinê bike.”

Lîderên Yekîtiya Ewropayê banga agirbesta li Xezayê kirin

Lîderên Yekîtiya Ewropayê di lutkeya Brukselê de hatin gel hev.

Di runiştina mijara Rojhilata Navîn de lîderên Yekîtiya Ewropayê bi yekdengî banga agirbesta domdar a ji bo Xezayê kirin.

Her wiha di lutkeyê de danezanek hevpar a li ser agirbestê hate amadekirin û hat qebûlkirin.

Di naveroka danezanê de serbestberdana hemû girtiyan û pêkanîna alîkariya mirovî jî cih digirin.

Senatorên Amerîkî ji bo Filîstinê banga çareseriyek du dewletî kirin

Li aliyê din 19 senatorên Partiya Demokrat ên Amerîkayê nameyek ji Serokdewlet Joe Biden re nivîsandin û di derbarê rewşa mirovî ya li Xezayê de daxwaza çareseriya du dewletî kirin.

Senatorên Amerîkî ji Biden xwestin ku “gavên dîplomatîk ên wêrek” bavêje da ku çareseriyek ji “krîza mirovî” ya li Xezayê re bibîne.

Îsraîl kampa penaberan a Nuseyratê kir armanc

Back to top button