Hejmara 6’an a Bultena Tecrîdê hate weşandin

Komeleya parêzeran ya ji bo Azadiyê Bultena Tecrîdê ku balê dikişîne ser asta tecrîdê ya li ser Rêber Apo û girtiyên siyasî, hejmara xwe ya nû weşand.Ew 4 sal û 18 roj in Rêber Apo ji hevdîtina malbata xwe bêpar tê hiştin.4 sal, 7 meh û 14 roj in jî nikare parêzerên xwe bibîne.

Komeleya parêzeran ya ji bo Azadiyê Bultena Tecrîdê ku hejmara xwe ya destpêkê di 1’ê Mijdara 2023’an de weşand, qala salnameya tecrîdê dike.

Komeleyê di hejmara dawî de jî cih da tecrîdê, serlêdanên bêbersiv, xemsariya CPT û cezayê girtîgehê yê li girtiyên di grevê de ne têne birîn.

Di hejmara 6’an a Bultena Tecrîdê de hate bibîrxistin ku heta 21’ê Adara 2024’an li ser Rêber Abdullah Ocalan 24 sal, mehek û 6 roj in tecrîd tê ferzkirin.

Komaleyê ragihand ku Abdullah Ocalan 4 sal û 18 roj in ji hevdîtina malbata xwe bêpar tê hiştin û 4 sal, 7 meh û 14 roj in nikare parêzerên xwe bibîne.

Di bultenê de hate gotin, 2 sal, 11 meh û 25 roj in bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan, girtiyên din ên li Îmraliyê nayê wergirtin û ev yek weke ‘birîna têkiliyê ya bi temamî’ hate pênasekirin.

Di bultenê de agahî hate dayin ku 22’ê Çileya 2024’an ji 35 baroyên cuda 1330 parêzeran ji bo rakirina tecrîdê û pêkhatina hevdîtina parêzeran serlêdan kirin.

Komaleyê di bultena xwe de qala serdana Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî yên li dijî tecrîdê serdana Bakurê Kurditan, Tirkiye û çalakiyên Nobeda Edaletê û rêxistinên civakî sivîl kir.

Cezayên dîsîplînê

Komeleyê di bultena xwe de bibîrxistin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji 27’ê Mijdara 2023’an û vir ve li girtîgehên Tirkiyeyê greva birçîbûnê hene, lê belê cezayên dîsîplînê li girtiyên tevlî greva birçîbûnê bûne hatine birîn.

CPT Wezîfeya xwe nake

Komeleyê dazanîn ku tevî 8 baroyan 14 saziyên maf û hiqûqê di 12’ê Çileya 2024’an de serî li CPT dan ku serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê bike û rapora xwe eşkere bike, lê belê CPT di vê mijarê de gavek neavêtiye û ev helwesta CPT hate rexnekirin.

Back to top button