Dilyar Cezîrî: Revandina Silêman Ehemd derqanûnî ye

PDK’ê rojnamevan Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtinHevserokê YRAˊyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dilyar Cezîrî axivî û got:”Revandina Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve binpêkirina peymana di navbera Yekitiya Ragihandina Azad û Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê de ye.

Ji Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin 150 rojin agahî nayê girtin.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Silêman Ehmed tu daxuyanî nedane.

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cezîrî li ser revandina Silêman Ehmed axivî.

Dilyar Cezîrî wiha got: “Tevî ku di navbera yekitiya me û Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê de peyman heye ku tê de çûn û hatina her du aliyan bi serbestî hatiye erêkirin, lê dîsa jî hêzên PDK’ê ev peyman bin pê kir.

Tevî ku belgeyên bi wî re piştrast dikin ku ew vedigere karê xwe.”

Dilyar Cezîrî diyar kir ku Silêman Ehmed tiştekî ku dervî qanûna ye nekiriye.

Cezîrî bang li Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê û tevahî saziyên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir ku ji bo berdana Silêman Ehmed zextê li PDK’ê bikin.

Her wiha, berê jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li PDK’ê kir ku rojnamevan Silêman Ehmed ê ku dema di deriyê sînor ê Pêşxabûr re derbasî Başûrê Kurdistanê dibû hatiye revandin, berdin.

144 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button