Birîndarekî din ê teqîna li Minbicê jiyana xwe ji dest da

Zarokekî 12 salî ku di teqîna duh bi şev a li Minbicê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Duh li taxa Serb a bajarê Minbicê mayinek bi erebeyekê de teqiyabû. Di encama teqînê de zarokê bi navê Hesen Elo jiyana xwe ji dest dabû û 12 kesên din birîndar bûbûn.

Zarokê bi navê Ebdulîlah Elî El Hesen (12) ê bi giranî birîndar bûbû, îro jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanên me diyar kir ku 5 birîndarên li nexweşxaneyên Minbicê tedawî dibin, di bin çavdêriyê de ne û 6 birîndarên din piştî hatin dermankirin ji nexweşxaneyan derketin.

Li Minbicê teqîn: Welatiyek şehîd û 11 jî birîndar bûn

Back to top button