PAJK: Newroz navê hesabpirsînê ye

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê diyar kir ku, Newroz sonda parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiyê ye û got:
“Newroz bi ruhê Apoyî û vîna pola ya Mazlûm Doganan ku hesab ji faşîzmê dipirse
Li ser vî esasî em bang li gelên xwe dikin ku sala 2024’an bikin sala têkoşînê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê – PAJK’ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand.

PAJK’ê cejna netewî di serî de li Rêber Apo û hemû jinan pîrozkir û got:

“Em li seranserê Kurdistanê bi rastiya gel a ku bi berxwedanê xwe xemilandiye re dijîn.

Ji heft salî heta heftê salî jin, ciwan û zarokên ku bi coşa têkoşînê veguherîne vîneke ji agir, em Cejna Newrozê di serî de avakarê mezin ê van rojan Rêber Apo, gelê me yê ku qadan naterîkîne, jinan û hemû dostên me pîroz dikin.”

PAJK: Li her qadê jin bi rihê şehîdên Newrozê pêşengtiyê dikin

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku gerilayên azadiyê bi mizgîniyên serkeftinê qunaxen nû ava dikin û wiha domand:

“Gerîlayên modernîteya demokratîk ku dibe mîna Newrozê, bi îdiaya mezin a têkoşînê ber bi qonaxeke nû ve diçe.

Jinên Kurd ên bi pêşengiya Zekiye, Rahşan, Sema, Ronahî û Bêrîvanan Newrozê pîroz dikin li her qadê, li herî pêş pêşengiya têkoşînê dikin.

Rastiya ku hişmendiya serdest a mêr herî zêde jê ditirse, bilindbûna têkoşîna civakî ya ku jin pêşengtiya wê dikin.

PAJK: Sala 2024’an bikin sala têkoşînê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

Koordînasyona PAJK’ê balkişand li ser rihê newrozê û ev bang kir:

“Di vê wateyê de Newroz sonda parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiyê ye.
Newroz bi ruhê Apoyî û vîna pola ya Mazlûm Doganan ku hesab ji faşîzmê dipirse.
Newroz helwesta Apoyî ya gel, tevger û gerîla ye ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin.
Li ser vî esasî em bang li gelên xwe dikin ku sala 2024’an bikin sala têkoşînê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

KJK’ê bang li Jinan kir: Pêşengiyê ji têkoşîna li dijî dagirkeriyê bikin

Komelên Jinên Kurdistan KJK’ê peyamek ji pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê re şand

KJK di şexsê şehîdên newrozê Zekiye Alkan Rahşan; Berîvan û Ronahîyan de hemû şehîdan bibîranî û ev peyam da:

“Cejna Newrozê serketina ronahiyê ya dijî tarîtiyê ye, Cejna azadiyê li hemû gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistan, derveyî welat pîroz be.
Em bang li hemû jinan dikin ku bi hestyariyek zêdetir, taybet jî jinên Başûr ji bo dawîanîna li dagirkeriyê û şikandina xeta xiyanetê erkê xwe bicih bînin..”

Back to top button