Cejna Newrozê li eyaleta Saitama ya li bakurê paytexta Japonya Tokyoyê jî, ji aliyê Kurdistanî û dostên xwe ve bi coş hat pîrozkirin.
Şahiya Newrozê ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê ve hate organîzekirin.
Kurdistaniyên ji herêmên cuda yên Japonyayê ji bo tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin ber bi Parka Akî-gase ya bajarê Saîtama ve herikîn.
Tevî endamên meclîsa dewleta Japonê û endamên parlamentoya Japonyayê gelek kes beşdarî şahiya Newrozê bû.
Gelê Japon eleqeya zêde nîşanî şahiya Newrozê da.
Şahî bû platforma piştgiriya saziyên Japon ji bo gelê Kurd û nerazîbûna li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd.