Eşîrên ereb ên Tebqayê: Em amade ne koçberên ji Idlibê pêşwazî bikin

Piştî şerê li Idlibê giran bû nêzî hezar kes koçber bûn û berê xwe dan herêmên bakur û rojhilatê Sûrî.

Rêveberiya Xweser beşek ji wan koçberan li bajarê Reqa û Minbic û beşek jî li kampa Mehmûdiliyê ya bajarê Reqayê bi cih kirin.

Her wiha Eşîrên Ereb ên Tebqayê jî tevli banga Mezlûm Ebdî bûn û bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew amade ne koçberên Idlibê pêşwaz bikin.

Şerê di navbera hêzên rejîm û komên çete yên dewleta Tirk li Idlibê de bû sedema koçberiya bi hezaran sivîlan.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî gotibû “Deriyên me ji şêniyên Idlibê re vekirîne.

Xelkê Idlibê jî piştî vê bangê ref bi ref berê xwe didin herêmên ewle yên bakur û rojhilatê Sûrî.

Heta niha nêzî hezar koçberî gihane Minbicê.

Herî dawî beşa 4. a koçberan doh li kampa Mehmûdiliyê ya li gundê Ebû Qibê’a ya bajarê Reqayê hat bicihkirin.

Ji ber hejmara mezin ya koçberên Idlibê, Rêveberiya Xweser plan dike ku kampeke li gundê Cideydet El-Humir amade bike.

Îro Eşîrên Ereb ên Tebqayê tevli banga Fermandarê Giştî yê QSD’ê bûn û diyar kirin ku ew amade ne koçberên Idlibê pêşwaz bikin.

Eşîran bang li çeteyên Erdogan kir ku li ser hişê xwe vegerin ji ber ku Erdogan ew xapandine da ku ajandeyên xwe pêk bîne..

Eşîran spasiya fermandarê giştî yê QSD’ê kirin ji ber ku xwediyê helwestên nîştimanî yên birûmet e.

Back to top button