Cûmana Şêxo: Divê jinên ciwan cihê xwe di şanoyê de bigrin

Yek ji lîstikvanên ciwan Cûmana Şêxo, bi lîstika şanoyan mijûl dibe.
Cûmana diyar kir ku armanca wê ji şanoyê ew e ku peyamên watedar ji jin û ciwanan re regihîne.

Jina ciwan Cûmana Şêxo ya ji bajarê Hesekê, ji zarokatiya xwe dest bi xebatên şanoyê kir.

Cûmana Şêxo bi rolên xwe yên di şanoyê de, dixwaze peyama ciwanan ragihîne û armancên xwe bi şêwaza xizmeta gel û civakê pêk bîne.

Cûmana li ser hunera xwe wiha axivî:

“Di destpêka şoreşê de, tevî ku derfet kêm bûn û navendên perwedeyê jî tunebûn, min ji xwe re nekir astengî.

Bi saya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bi şoreşa jinan tê naskirin, min xewna xwe pêk anî.”

Cûmana bi rolên sereke beşdarî gelek şanoyan bûye weke, Qîrîn, Dêlika Gezkirî û Nazliya Memlûk.

Cûmana Şêxo anî ziman ku dema bandora şanoyên xwe li temaşevanan dibîne, bi îsrar dixwaze hîn zêdetir şanoyên xwe baş pêşkêş bike.

Di dawiyê de lîstikvana ciwan Cûmana Şêxo, bang li ciwanan kir ku behreyên xwe bi pêş bixin û armancên xwe pêk bînin.

Back to top button