Li Polonyayê çalakiyên cotkaran bi dawî bû

Ev demekek dirêje Polonya jî di nava de welatên Ewropayê çalakiyên cotkaran çêdibin.
Ji ber nerazîbûna polîtîkayên hikumetê cotkar xwepêşandan lidar dixin.
Cotkaran Polonî li ser hin mijaran bi hikumetê re li hev kir û xwepêşandanên xwe bi dawî kirin.

Cotkarên Polonyayê piştî ku hikûmetê qebûl kir ku îthalata berhemên çandiniyê yên erzan ji Ukraynayê rawestîne, xwepêşandanên xwe bi dawî kirin.

Wezîrê Çandiniyê yê Polonyayê Czeslaw Siekierski ragihand ku nûnerên cotkaran û hikûmetê li hev kirine.

Bi vî awayî Siekierski ragihand ku îthalata berhemên çandiniyê yên Ukraynayê bo Polonyayê û derbasbûna wan bo welatên din hatine rawestandin.

Cotkaran bi hikumetê re li hev kir

Bi vî awayî xwepêşandanên cotkarên Polonyayê yên li dijî polîtîkayên çandiniyê yên Yekîtiya Ewropayê û anîna dexl û berhemên xwarinê yên erzan ji Ukraynayê bi lihevkirina bi hikûmetê re bi dawî bû.

Duh cotkaran li nêzî 600 nuqteyan, rêyên ku diçin paytext Warşovayê jî di nav de, barîkat danîn û bû sedem ku rê li trafîkê bên girtin.

Cotkarên Polonyayê jî di 6’ê Adarê de li Varşovayê li ber avahiya Serokwezîriyê xwepêşandanek li dar xistin.

Cotkarên ku ji bo rawestandina îthalata dexl û xwarinên erzan ji Ukraynayê xwestin sînorê Polonya-Ukraynayê bê girtin, destnîşan kirin ku Yekîtiya Ewropayê bi polîtîkayên xwe yên kesk û hawirdorparêz çandiniya li Ewropayê dikuje û xwestin Polonya ji Yekîtiya Ewropayê derkeve.

Li Ewropayê çalakiyên cotkaran

Cotkarên li gelek welatên Yekîtiya Ewropayê bi taybetî almanya, Fransa, Îtalya, Îspanya, Hollanda, Belçîka, Hungarya û Yewnanîstanê bertek nîşanî polîtîkayên çandiniyê yên vê dawiyê didin.

Mijarên ku hatin raber kirin polîtîkayên çandiniyê yên Yekîtiyê, rêzikên tevlihev ên bazarê, armancên vejandina xwezayê, lêçûnên enerjiyên zêde, sotemenî, sînorkirinên li ser karanîna gubre û dermanan, hilberên genim ên erzan ên ji Ukraynayê û tedbîrên teserûfa avê ne.

Cotkar rexne li Yekîtiya Ewropayê dikin ku “di çarçoveya Peymana Kesk de bi danasîna qaîdeyên hişk li ser bikaranîna gubre û dermanên karbonê, hilberîna çandiniyê zehmet dike.”

Çalakiyên cotkarên li Polonyayê

Back to top button