Mark Esper: Em rê nadin li Sûriyê ti alî nêzî bîrên petrolê bibin

Wezîrê Parastinê yê Emerîka Mark Esper beşdarî civîna NATOyê bû û diyar kir ku ew ê rê nedin ku çeteyên DAIŞ’ê ango hêzên ku Rûsya û Sûriyê piştgiriya wan dikin nêzî bîrên petrolê bibin û got:
Tenê em rê didin QSD’ê ji bo di parstina zindanên DAIŞ’ê û şerkirina wan ew berpirsiyarin.

Wezîrê Parastinê yê Emerîka Mark Esper di civîna wezîrên parastinê yê NATO’yê de ku li Bruksêlê hate lidarxistin diyar kir ku Emerîka wê serweriya xwe li ser bîrên petrolê ferz bike.

Esper destnîşan kir ku Emerîka wê êrîşî hem DAIŞ û hem jî hêzên ku Rusya an Sûriya piştgiriya wan dike bike.

Artêşa Emerîkî hefteya borî ragihand ku ew ê hêza xwe li cihên bîrên petrolê bi cîh bikin da ku ti alî nekaribin xwe bigihînin van bîran.

Esper diya kir ku QSD’ê dikare biçe ser bîrên petrolê da ku karibe zindanên DAIŞ’ê biparêze û çekan ji hêzên xwe re bikire, ji ber ku ew di şer li dijî DAIŞ’ê de aktorek sereke ne

Berî çend rojan jî, wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku, Emerîka bi vê gava xwe talaniyê li ser asta dewletê dike û ew bi dersînorkirina petrola Sûrî tewanbar kir.

Leave a Reply

Back to top button