Ji ber tundiyê xelkê Haîtiyê çek hilgirtin

Li Haîtiyê hîna jî rewşa awarte didome û xelkê heremê ji rewşê bi fikar in.
Ji ber tundiya domdar xelkê Haîtiyê çek hilgirtin.
Herî dawî jî 2 kesên bi gumana endamên koma çekdar in hatin kuştin.

Li taxa Petion-Ville ya li başûrê paytaxt Porto Prince 2 kesên bi gumana endamên kesên koma çekdar in hatin kuştin.

Şerê di navbera çeteyên ku hema bêje welatê Haîtîyê xistine bin kontrola xwe her ku diçe dijwartir dibe.

Li taxa Petion-Ville ya li başûrê paytext Porto-Prince 2 kesên bi gumana endamên çeteyan hatin kuştin.

Li welatê ku desthilatdariya dewletê ji holê rabûye, bûyerên dawî nîşan didin ku gel ji bo xwe li hemberî tundiya çeteyan biparêzin xwe bi çek dikin.

Radyoya RFM, ku ji çavkaniyên polîsan veguhestiye, ragihand ku xelkê herêmê li Petion-Ville, ku li başûrê paytext Port-au-Prince ye, beşdarî pevçûnekê bûne.

Nêzîkî salek berê, komek ji niştecihên Porto-Prince derdora deh kesên ku tê bawer kirin endamên çeteyan bûn lînç kirin.

Rewşa dawî ya Haîtiyê

Her çend Serokwezîr Arîel Henrî anî ziman ew ê hefteya borî li ser daxwaza çeteyan îstifa bike jî, tundiya li welêt dewam kir.

Karbidestên Amerîkî hefteya borî anî ziman ew li bendê ne ku pêkhateya encumenê di nav çend rojan de were destnîşankirin, lê hin komên ku ji bo nûnertiyê hatine hilbijartin ew plan red kiribûn an jî nekarîn li pişt serokek yekgirtî bibin yek.

Di vê navberê de dema ku ewlekariya balyozxaneyan zêde bû, hin welatan dest bi derxistina welatiyên biyanî kirin.

Roja Sêşemê, Komara Domînîkî ya cîran ragihand ku nêzî 300 kes hatine derxistin, di nav de karmendên Yekîtiya Ewropî, Banka Cîhanî û Fona Diravî ya Navneteweyî.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku piştî girtina balafirgehê welatiyên xwe bi helîkopteran derxistine.

Li Haîtîyê di navbera du çeteyan de pevçûn derket

Back to top button