Gerîla ji bo bîranîna şehîdên Werxelê li herêma Zapê çalakî lidarxist

Hêzên gerîla, li qada Kela Bêdewê ya herêma Zapê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker 2 çalakî pêk anîn û derbên giran li dagirkeran xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser çalakiyê ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 8’ê Nîsanê li Kela Bêdewê ya herêma Zapê li dijî dagirkeran ji 2 baskan ve hêzên me bi çekên giran çalakiyeke koordîneyî lidar xistin.

Di çalakiyê de hedefên hatin diyarkirin, hatin tune kirin.

Heman rojê hêzên me cara duyemîn li dagirkerên li Kela Bêdewê xistin.”

HPG’ê diyar kir her du çalakî, ji bo bîranîna lehengên nemir ku li Werxelê bi lehengî şer kirin, dîrok nivîsandin, lê bi çekên kîmyewî şehîd bûn, hatin kirin.

Her wiha HPG’ê ragihand 8 û 9’ê Nîsanê qada Girê Cûdî ya herêma Zapê, qada Werxelê ya herêma Avaşînê û gelek qadên bi ser herêma Metînayê ji aliyê qereqolên li ser sînor, helîkopter û balafirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button