Sûriyê ..Ji ber berjewendiyên hêzên navneteweyî û herêmî alozî her diçe kûrtir dibe

Îro salvegera 11 a destpêkirina şerê li Sûriyê ye. Tevî derbasbûna ev qas sal jî, hîna alozî û şerê li Sûriyê bi dawî nebûye. Di van 11 salan de yên ziyan dîtin û bûn qurban dîsa sivîl bûn ku bi sedhezaran hatin kuştin. Li ser erda Sûriyê, êrîşên leşkerên gelek welatan, rêxistinên terorîst ên çete û şerê siyasî yên navneteweyî çêbû û heta niha jî çareserî ji aloziyê re nehatiye dîtin. Li vir û tişta balkêş jî ew e Beşar el-Esed heTa roja îro li ser kursiyê deshilatê ye û tevî hemû ziyan û aloziyên derketîn jî hîna ji ya xwe daneketiye. 

15’ê Adara 2011’an, gelê Sûriyê ji bo guhartina desthiladariyê daket qadan, xwepêşandanên girseyî li Deraa, Homs, Baniyas û li deverên din lidarxistin.

Ev serhildan li piraniya bajar û parêzgehên Sûriyê belav bû, li şûna bicihanîna daxwazên gel çek hat bi kar anîn û onaxeke bixwîn ango şerê desthilatdariyê destpêkir.

Bi destpêkirina şerê Sûriyê re, hêzên navdewletî ketin nava pêşbirkê û xwestin destwerdana leşkerî û siyasî bikin.

Di serî de Tirkiye, Rûsya, Îran û Amerîkayê, Sûriye veguherand qadeke şerê herêmî û navdewletî.

Di dirêjahiya 11 salan de, bi sedhezaran Sûrî hatin kuştin, bi sedhezaran koçber û penaber jî bûn.

Ji ber destwerdanên derve li Sûriyê, aloziya welêt her ku çû kûrtir bû.

Her çiqasî ji bo çareserkirina aloziyê bi dehan civîn pêk hatin jî, lê tu çareserî ji aloziya Sûriyê re nehat dîtin.

Berovajî, topbaran û dagirkerîyê dewam kir ku gel jî buhayê destwerdanên derve dide.

Şerê hikumeta Şamê, dewleta Tirk û çeteyan bi taybet li herêma qaşo bê-çek ne-sekinî.

Tirkiye, kesên ku ji hikumeta Sûriyê veqetîne perwerde kirin û bi sponsoriya istîxbaratên leşkerî yên Tirkiyê koma çete ya bi navê “Artêşa Azad a Sûriyê” ava kir.

Bi vê yekê, êrîşên xwe domandin û bi dagirkirina bajarên Sûriyê re dest bi guhertina demografiya herêmê kir.

Herêma bakur û Rojihilatê Sûriyê jî, ji êrîşên rojane yên dewleta Tirk û çeteyên wê nefilitîn.

Dewleta Tirk li herêmên bakur û Rojihilatê Sûriyê jî ku Şervanên QSD’ê herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, her êrîşên dagirkeriyê pêk anî.

Mîna 11 salên derbasbûyî aloziya Sûriyê dewam kir û ne-hat çareserkirin.

Ji ber kûrkirina aloziyê, pêknehatina çareseriyê û hebûna hêzên Rûsya, Amerîka, Îran û Tirkiyê li ser erdê Sûriyê û hebûna komên çeteyên ji seranserê cîhanê, rewşa Sûriyê wisa ma.

Rewşa welat xera be û ji aliyê aborî, siyasî, hindir û derve de têk çûye.

Tevî ku Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareseriya aloziyê banga danûstandinan li hikumet Şamê dike û projeyên demokratîkbûna Sûriyê pêş dike, li ev bang ji aliyê hikumeta Şamê û hêzên navnetewî de bê bersiv tên hiştin.

Ji lewre jî aloziya Sûriyê her diçe kûrtir dibe.

 

Back to top button