Tirkmenên Kerkûkê: Ger daxwazên me pêk neyên em ê dakevin kolanan

Tirkmenên li Kerkûkê gefan li hikûmeta navendî ya Iraqê dixwin û dibêjin:
“Kerkûk bajarekî yê Tirkmena ne, eger hikûmet daxwazên me bi cih neyîne wê demê em ê dakevin kolanan.”

Li bajarê Kerkûkê li avahiya Rêxistinên Civaka Sivîl ya Tirkmenan daxuyaniyeke çapameniyê da û daxwaz kir ku li gorî pergala pêkhateyên Kerkûkê werin birêxistinkirin û bicihkirina rêveber û fermanberên ku bixwe ne ji Kerkûkê ne were rawestînin.

Her wiha bang kirin ku siyaseta Erebkirina Kerkûkê were rawestîn.

Di daxuyaniyê de gef li hikûmetê hat kirin ku ger ev daxwaz pêk nehatin wê bi piştgiriya Tirkmenên li Iraqê xwepêşanan lidarbixin.

 

Leave a Reply

Back to top button