Aloziya Iraqê..Alîgirên Sadr ji bo cara duyemîn bi ser parlementoyê de girtin

Hêza herî bi bandor a li Iraqê Tevgera Sadr, li dijî wê yekê ku kesê binavê Muhamed Şiya El Sûdanî bibe serokwezîrê welat.
Ji ber vê çendê bi alîgirên Sadr xwepêşandanên protestoyê pêk tînin.
Û bi vê daxwazê, di nava çend rojan de ji bo cara duyemîn bi ser avahiya parlementoyê de girtin.

Ji Cotmeha sala 2021’an ve, Iraq di warê siyasî de bi aloziyeke mezin re rû bi rû ye.

Lewma tevî ku 10 meh di ser hilbijartinên pêşwext re derbasbûne jî welat bê hukûmet û bê serok-komar e.

Herî dawî kesên binavê Muhemed Şiya El Sûdanî ku Îran piştgiriyê dide wî, weke namzetê serokwezîrtiyê hate nîşandan.

Lê ev yek bû sedema hêrsa alîgirên Tevgera Sadr.

Bi vê armancê di nava 3 rojan de xwepêşandanên girseyî pêk hatin.

Şevê din alîgirên tevgera Şîi careke din daketin kolanên paytext Bexdayê û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Û îro girseyeke mezin li nêzî herêma Kesk a ewlkeriyê kom bû û berê xwe da avahiya hukûmetê.

Her çendî polîsan bi bombeyên gazê hewl dan pêşî li wan bigrin jî lê xwepêşandêr bend derbas kirin.

Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê ragihand ku di şer de 125 kes birîndar bûn û ji wan 25 endamên hêzên ewlekariyê ne.

Tevî hemû astengiyan jî alîgirên Sadr ketin avahiya parlementoyê û rê nedan ku civîna îro pêk were.

Piştî ketina hundir, xwepêşandêran ragihand ku ew ê li nava parlementoyê bi awayekî bê dem dest bi girevê bikin.

Di vê navberê de serokwezîrê Iraqê yê heyî Mustefa El Kazimî bang li hêzên ewlekariyê kir da ku jiyana xwepêşandêran biparêzin.

Her wiha ji çalakgeran jî xwest ku daxwazên xwe bi rêbazên aştiyane bînin ziman.

Back to top button