Gerîlayên Azadiyê jî, li çiyayên azad ên Kurdistanê cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kirin.
Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Xelat Şemsê di pîrozbahiyê de axivî û got: “Xwedî-derketina li Newrozê, Xwedî-derketina li Rêber Apo ye”
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê cejna Newrozê ji aliyê gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ve bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Di merasîmê de, Endama Konseya Fermandariya YJA-Starê Xelat Şemsê axivî.
Fermandara YJA-Starê Xelat Şemsê cejana Newrozê li Rêber Apo û Tevahî gelê Kurdistanê pîroz kir.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di cejana Newrozê de, peyama serketinê dan û diyar kirin ku wê newroz bibe Neworza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Tevî barana zêde jî, gerîlayan agir vêxistin û govend gerandin.
Gerîlayên li qada Zagrosê bi merasîmekê Newroza 2024’an pîroz kirin