Siyasetmedarên ji kantona Reqayê destnîşan kir ku mizgîniya ku HPG’ê daye ji bo gelên herêmê mizgîniyekî gelekî xweşe.
Siyasetmedaran îsbat kir ku di vê pêvajoya dijwar de hêza HPG’ê heye û xurte.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Parastian Gel (HPG) 20’ê Adarê ragihan ku êdî li dijî balafirên bêmirov pergaleke parastinê ava kiriye û aşkere kir ku 15 balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê xistine xwarê.
Derbarê mizgîniyê, endama Meclisa Giştî ya ‘PYD’ Newroz Muslim axivî û wiha got:
“Ji bo me ev mizgînî di wexta wê de hat.
Ji ber ku ev balafir pêşeng û kesayetên di civakê de çalak û binesaziya herêmên me dikin hedef.”
Hêzên me HPG ji bo me û gelê herêmê şer dikin.
Ji ber wê ev mizgînî îsbat dike ku di vê pêvajoya dijwar de HPG’ê gelekî xurt e.”
Şêwirmendê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Ednan Hemed jî diyar kir ku ev mizgînî serkeftina Mazlûm Dogan, gerîla û gelên herêmê ye.
Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl jî anî ziman:
“Êdî em dikarin projeya xwe ya neteweya demokratîk biparêzin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.
Bi tunekirina van balafirna re, em dikarin bêjin ku êdî gelê me dikare li hember dewleta Tirk û çeteyên wê bisekine.
NPG: Gerîlayan derfeta bêbandorkirina balafirên bê mirov dîtin