Rûsya bi moşekan êrîşî Ukraynayê kir

Rûsya bi moşekan êrîşî Kîevê kir, di encama vê yekê de 17 kes birîndar bûn.
Serokê Îdareya Leşkerî ya bajarê Kîevê Sergey Popko ragihand ku danê sibê 30 moşekên Kruz û balîstîk li ser Kîevê hatine xistin.
Li aliyê din Kremlînê diyar kir ku eger Yekîtiya Ewropayê (YE) qezencên samanên Rûsyayê yên cemedkirî ji bo kirîna çekan ji Ukraynayê re bi kar bîne, Rûsya wê ji bo berjewendiyên xwe bersivên pêwîst bide.

Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku Rûsyayê di hefteyên dawî de êrîşa herî mezin a mûşekî birin ser Kîevê û derdora wê û di van êrîşan de herî kêm 17 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku di êrîşan de dibistan, xanî û tesîsên pîşesaziyê zirar dîtine.

Hêza hewayî ya Ukraynayê ragihand ku êrîşa mûşekî piştî navbereke 44 rojan hatiye kirin, lê hemû mûşekên Rûsyayê ji aliyê sîstemên wê yên parastinê ve xistine xwarê.

Serokê Îdareya Leşkerî ya bajarê Kîevê Sergey Popko ragihand ku danê sibê 30 moşekên Kruz û balîstîk li ser Kîevê hatine xistin.

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy li ser Telegramê daxuyaniyek da û daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku sîstemên parastinê ji Ukraynayê re bê şandin.

Zelenskiy got:

“Her roj û şev teroreke wiha heye. Yekitiya dinyayê dema ku ji bo pergalên parastina hewayî alîkariya me bike dikare vê yekê rawestîne. Niha li Ukraynayê pêdiviya me bi parastinê heye.”

Di êrîşa moşekan de 17 kes birîndar bûn

Rayedarên bajarê Kîevê dîyar kirin ku herî kêm 13 kes li deverên cuda yên paytextê û 4 kes jî li deverên derdorê birîndar bûne.

Hefteya borî Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îdia kiribû ku Kîev ji bo ku hilbijartinên serokatiya Rûsyayê asteng bike êrîş pêk anîne û gotibû ku Ukrayna ji ber vê yekê dê were cezakirin.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê di du salên destpêkê yên şer de zêdetirî 8 hezar moşek avêtine Ukraynayê.

Jake Sullivan serdana Kievê kir

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jake Sullivan serdana Kîevê kir.

Berdevka Encumena Ewlekariya Neteweyî Adrienne Watson di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Sullivan di serdana xwe de bi rayedarên payebilind ên Ukraynayê re, ku di nav wan de Serokdewlet Volodymyr Zelenskiy jî heye, hevdîtin kiriye.

Watson anî ziman ku di hevdîtinê de Sullivan ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên şer ên Ukraynayê balkişandiye li ser pêşnûmeya ewlekariyê.

Kremlin ji bo biçekkirina Ukraynayê hişyarî da Yekîtiya Ewropayê

Kremlînê diyar kir ku eger Yekîtiya Ewropayê (YE) qezencên samanên Rûsyayê yên cemedkirî ji bo kirîna çekan ji Ukraynayê re bi kar bîne, Rûsya wê ji bo berjewendiyên xwe bersivên pêwîst bide.
Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov di daxuyaniya xwe de wiha got,

“Bi awayekî xwezayî em ê hemû mekanîzmayên darazê yên ku niha hene û dê di pêşerojê de mimkun be bikar bînin.”

Em ê li gorî berjewendiyên xwe rêbazên cuda hilbijêrin.”

Rûsya: 14 balafirên bê mirov a Ukraynayê hat rûxandin

Back to top button