KCK’ê Newroza bi heybet ya îsal silav kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê pîrozbahiyên bi heybet yên Newroza îsal silav kir.
KCK’ê diyar kir Newroza 2024’an yek ji Newrozên herî bi heybet ên salên dawî bû û got,“Gelê me îrade û peyamên xwe bi awayekî şênber nîşan da. Gelê me careke din nîşan da ku ew jiyaneke bê Rêber Apo qebûl nake û divê tavilê Rêber Apo azad bibe.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya pîrozbahiyên girseyî yên Newroza îsal daxuyaniyek weşand.

KCK’ê Newroz silav kir û diyar kir Newroza 2024’an yek ji Newrozên herî bi heybet yên salên dawî bû.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, bi milyonan kes daketin qadan û cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kirin û wiha hate gotin;

KCK: Gelê Kurd îrade û daxwaza xwe ya jiyana azad nîşan da

“Îrade, sekn û dilxwaziya xwe ya ji bo jiyana azad û demokratîk bi rengê herî xurt nîşan da.
Ji Serhedê heta Botanê, ji Amedê heta Rojava, ji Başûr heta Rojhilat û heta derveyî welat li her derê Newroz bi tevlîbûneke mezin û bi heybet hate pîrozkirin. Newroza Amedê jî bû asta herî bilind a vê yekê. Em vê helwesta azadî û berxwedanê ya bi milyonan kesî silav dikin.”

KCK’ê destnîşan kir gelê Kurd bi awayekî şênber îrade û peyamên xwe di Newrozê de da û wiha dewam kir,

KCK: Gelê Kurd dîsa nîşan da ku jiyaneke bê Rêber Apo qebûl nake

“Gelê me bi rengekî şênber careke din nîşan da ku Rêber Apo îradeya Kurdan e û di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxatab e, divê Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve tavilê azad bibe, jiyaneke bêyî Rêber Apo qebûl nake. Gelê Kurd bi yek dengî nîşanî dost û dijminan da ku îradeya wan Rêber Apo ye.”

KCK’ê da zanîn peyama ku Gelê Kurd di Newrozê de da divê rast bê fêmkirin û got,

KCK: Divê peyama gelê Kurd ya Newrozê rast bê fêhmkirin

“Divê her kes hesabê xwe bi rengekî rast bike û bi vî rengî nêzî gelê Kurd bibe. Yên ku hesabên şaş bikin wê helwest û îradeya bi milyonan mirovî li hemberî xwe bibînin. Gelê Kurd nîşan da ku zextên înkar, îmha û qirkirinê wê bê encam bimînin. Lewma Newroza 2024’an bû bersiveke xurt a li hemberî polîtîkayên qirker ên desthilatdariya AKP-MHP’ê.”

KCK: Newroza 2024’an têkoşîna azadiyê gihand asta herî bilind

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiyê de eşkere kir Newroza 2024’an têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd gihand asta bilind, ji niha ve nîşan da ku sala 2024’an wê bibe sala serketinê.

Back to top button