Dayikên Gerîla: Divê PDK cenazeyên şehîdan radstî malbatên wan bike

Dayikên Gerîla ên li Helebê jî hevakariya PDK’ê a bi dewleta Tirk re şermezarkirin û xwestin ku cenazeyên şehîdan bide malbatên wan.

Dayîkên gerîla ji bo redestkirina cenazeyên şehîdên ku li Xelîfanê ji aliyê PDK’ê hatin şehîdxistin, daxuyaniyek da.

Bi dehan dayikên gerîla ên taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re hate şermezarkirin.

Dayîkên gerîla bang li dayikên pêşmergeyan kir ku rê nedin zarokên xwe ku destê wan têkeve şerê birkujiyê.

Dayîkên gerîla bang li NY û saziyên mirovî kir ku zextê li PDK’ê bikin da ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin.

Back to top button