Kanada..Li baxçeyê dibistanek li British Columbia cenazeyê 215 zarokan hate dîtin

Li Kanada di baxçeyê dibistanekê de cenazeyê 215 zarokan hate dîtin. Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau ev bûyera metirsîdar weke cihê şermê binav kir.

Di encama lêkolînên hatin kirin de hate zanîn ku zarokên temenê xwe sê salî biçûktir jî li nava gora komî heye.

Têkildarî mirin û dema van zarokan ti agahî nehatine bidestxistin.

Dibistana qala wê tê kirin, di sala 1890’an de bi hewildana Kinîseya Katolîk a Roma hatibû çêkirin û 1978’an ji aliyê hikumeta wê demê ve hatibû girtin.

Li dibistanê nêzî 500 xwendevan hebûn.

Piştî derketina bûyerê, Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û got,

Ev bûyereke reş, cihê şermê û biêş ya di dîroka mede tê bibîrxistine.

Tê gotin, di sedsala 19. û 20’an de, ji bo polîtîkayên asîmlekirinê hikumetê rêbazek qutkirina zarokan ji malbatên wan pêk dianî.

Back to top button