Îsraîl..Partya Yesh Atid û Yamini ji bo koalîsyonê lihev kirin

Piştî şerekî dijwar yê 11 rojan navbera Îsraîl û Filistînê de agirbest hatibû ragihandin. Niha jî hikumeta Îsraîlê ji bo avakirina hikumeta nû lihevkirina pêk tîne.

Partiya, Yesh Atid (Pêşerojek Heye) û partiyên Yamini li hev kirin ku hikumetek koalîsyonê ava bikin.

Di medyaya Îsraîlê de, hate îdia kirin ku Yesh Atid (Pêşerojek heye) û partiyên Yamina li hev kirine ku hikumetek koalîsyonê ava bikin.

Li gorî nûçeyê wê koalîsyona hatî avakirin, 8’ê Hezîranê bi raya giştî re were parvekirin.

Li Îsraîlê di 23’ê Adarê de hilbijartinek giştî hat lidarxistin.

Ev hilbijartina 4. ya di nava 2 salên dawiyê de bû.

Ji ber ku ti partiyekê nekarî jimara pêwist ya 61 parlementeran bidest bixe, neçar man ku koalîsyon were avakirin.

Ji bo vê yekê jî partiya Serokwezîrê Îsraîl Benyamin Netanyahû ji bo avakirina hikumeta nû hate erkdarkirin.

Piştî ku Netanyahu nekarî hikumetê ava bike, Serokomar Reuven Rivlin peywira avakirina hikumetê da serokê mixalîfan Yair Lapid.

Back to top button