Senatorê Amerîka Blackburn bi lîdera Taywanê re civiya

Di navbera Taywan û Çînê de peyamên gefxwarinê tuj bûne.
Êdî senatorên Amerîka yek bi yek serdana grava Taywan ya Çîn wê weke parçeyeke xaka welat dibîne dikin.
Herî dawî Senetora di xebata Bazirganî û Xizmeta Çekan de berpirs Marsha Blackburn sernana Taywanê kir.
Blackbur ya bi Lîdera Taywanê Tsai Ing-wen re civiya, li dijî Çînê piştevaniya bû giravê dubare kir.

Endama Komîteya Bazirganî û Karûbarên Çekdarî a Amerîkî Senator Marsha Blackburn, tevî zext û peyamên gefxwarina Çînê jî berê xwe da Taywanê.

Marsha Blackburn li wir dest bi peywendiyên xwe kir.

Blackburn di roja yekem a serdana xwe ya 3 rojî de bi rêbera Taywanê Tsai Ing-wen re hat cem hev.

Blackburn di civînê de got,

“Bi rastî girîng e ku welatên azadîxwaz piştgirîya Taywanê bikin, ji ber ku ew li piştgirî digerin da ku serxwebûn û azadiya xwe biparêzin.”

Blackburn bal kişand ser nirxên hevpar ên di navbera Taywan û Amerîkayê de û got:

“Di demekî ku herêm weke neteweke serbixwe bi pêş dikeve de, em li bendê ne piştgirîya Taywanê bidome.”

Tsai got, serdanên dawî yên siyasetmedarên Amerîkî “biryarbûna Taywanê ya parastina xwe xurt kir”.

Tsai bal kişand ku tetbîqatên leşkerî yên mezin ên Çînê ku ji ber serdana Seroka Meclisa Nuneran a Amerîka Nancy Pelosi û êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê dest pê kir û got:

“Ev bûyer nîşan dide ku welatên deshilat çawa pergala cîhanê xera dikin û gefê lê dixwe.”

Wezareta Karên Derve ya Taywanê diyar kir ku di serdana senatorê Amerîkî de ew ê bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Neteweyî Wellington Koo û Wezîrê Karên Derve Joseph Wu re jî bicive.

Senatorê Amerîkî jî careke din anî ziman ku yek ji welatê hevalbendên wan yê herî bi hêz li herêma Hint-Pasifîkê, Taywan e.

Di demekî ku ev serdan pêk hat de, ji Pekînê pêngava despêirina cezayên li ser Amerîka despê kir.

Amerîka bo bersiva Çînê ya ji bo astengkirina balafirên rêwiyan doh 26 geştên 4 şirketên Çînê da rawestandin.

Back to top button