Çeteyan ji gundê Badîna yê Raco 3 sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Badîna ya navçeya Raco 3 sivîl revandin, piştî standina pereyan girtiyên ji gundê Qude jî berdan.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zeyta ku ji Efrînê talankirine derbasî Tirkiyê dikin.

Li Efrîna dagirkirî, zilm û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyan didomin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, 30’ê Mijdara derbasbûyî çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 sivîl ji gundê Badîna yê Raco revandin.

Hat diyar kirin, ji bo standina pereyan, çeteyan şêniyên bi navê Xelîl Mihemed Şeban (60), Rifet Hisên Mihemed (43) û Umer Beyrem Elo (65) revandin.

Çeteyan piştî hezar Lîreyê Tirk ji Xelîl Şeban standin, ew berdan, lê çarenûsa yên din ne diyar in.

Çeteyan ji girtiyên gundê Qude ya Raco 3 hezar l.t fidye satandin

1’ê mijdara derbasbûyî jî, çeteyan 10 sivîl ji gundê Qude yê Navçeya Raco revandibûn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûrî ragihand ku piştî standina 3 hezar Lîreyê Tirk ji her
girtiyekî, ji bilî şêniyê bi navê Ehmed Hec Mûsa(72), çeteyan yên din berdan.

Rêxistinê diyar kir ku di girtîgehên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de gelek sivîlên ji gundê Hesen yê navçeya Raco girtî ne.

Dagirker zeyta Efrîniyan a ku talankirine derbasî tirkiyê dikin

Li aliyê din, dagirker zeyta ku ji Efrîniyan talankirine derbasî Tirkiyê dikin.

Li gorî dîmenên ku hatine bi destxistin, çeteyan tenekeyên zeyta talankirî li ser erebeyên mezin bar kirine, û ber bi sînorê Tirkiyê ve dişînin.

Her weha beriya çend rojan jî, dîmenek hat belavkirin ku tê de çeteyan bi hezaran tenekeyên zeytê li guviştgeha “Ebdîn Erebo” ya li navçeya Cindirêsê kom kirine, da ku derbasî Tirkiyê bikin.

Li gorî çavkaniyan, dewleta Tirk zeyta ku ji Efrînê talankiriye bi navê ” berhema Tirkiyê ” li bazarên Ewropa û Amerîkayê difroşin

Çapemeniyên Ewropî û Amerîkî jî ev mijar piştrast kirin.

Di raporên cuda de Rojnameya “Publico” ya Spanî û Tora Daily Beast yذا ديلي بيست a Amerîkî eşkere kirin ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, zeyta zeytûnê ji Efrînê talan dikin û dişînin Ewropa û Amerîkayê.

Hat diyar kirin ku zeyta talankirî bi rêya şîrketên Tirk li bazarên Ewropa û Amerîkayê tê firotin.

Hat diyar kirin ku dagirkeriya Tirk nêzî 90 hezar ton zeyta zeyûtnên Efrînê diziye.

Back to top button