Meclisa Girkê Legê ya Qamişlo planên dijî Şengalê şermezar kirin

Bertekên Kurdan û civaka Êzidî yên li dijî planên dagirkirina Şengalê her diçe zêde dibe.
Li dijî plana dagirkirina Şengalê, welatiyên Girkê Legê û Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştgirî dan Şengalê.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê jî banga tevlîbûna çalakiyên 5’ê Kanûnê kir.

Li dijî plan û hewildanên dagirkirina Şengalê, Kurdên li herçar aliyên Kurdistanê û Ewropayê bertekan nîşan didin.

Îro Meclisa navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê planên li dijî Şengalê daxuyaniyek nerazîbûnê da.

Li ser navê Meclisa Navçeya Girkê Legê helwestên hikumeta Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê yên dijî vîna Şengaliyan hat şermezarkirin.

Meclisa Navçeya Girkê Legê anî ziman ku Şengalî xwe bi rêxistin kir û rêveberiyeke taybet ava kir, ev peyman jî hewldana têkbirina vîna gelê azad e.

Xelkê Mexmûrê: Em bi berxwedana Şengaliyan re ne

Li Wargeha Penaberan a Mexmûr jî daxuyaniyeke piştgiriyê ji bo gelê Şengalê hat dayîn.

Li ser navê Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê daxyanî hat dayîn û tifaqa navbera Bexda û Hewlêrê ya li dijî Şengalê hat şermezarkirin.

Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê diyar kir ku anîna hêzan ji bo Şengalê tê wateya nenaskirina îradeya gel, binpêkirina zagonên mafên mirovan û amadekariyên fermanên nû li ser gelê Êzîdî.

Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê teqez kir ku ew ê heta dawî bi berxwedana Şengaliyan re bin.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû hêzên xwe berpirsyar dibînin hat kirin ku rêz ji îradeya Şengaliyan re bigirin.

Back to top button