Li Şehbayê zarokekî koçber bi mayîna DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da

Li Şehbayê mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê bi zarokekî 6 salî ve teqiya. Di encamê de zarok jiyana xwe dest da.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin ragihand dema ku wî zarokî li nava zeviyên zeytûnan li navçeya Fafînê dilîst, mayîn pê ve teqiya.

Di encamê de zarok bi giranî birîndar bû û paşê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha navê wî Mihemed Îbrahîm e ji bajarokê Qibêsîn ya herêma Babê ye û tevî malbata xwe koçberî navçeya Fafîn a kantona Şehbayê bûbû.

Back to top button