Zarokên Binarê Qendîlê azadiya Rêber Ocalan xwestin

Li Binarê Qendîlê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, gelek şitlên daran hatin çandin.

Bi pêşengtiya Meclisa jinan a Binarê Qendîlê, li gundê Alye Reş bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan gelek şitlên daran hatin çandin.

Zarokan bi çandina daran re daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Li Ranyayê standa pirtûkên Rêber Ocalan hat danîn

Bi heman boneyê Ciwanên Welatparêz li ber Zanîngeha Ranyayê standa pirtûkên Rêber Ocalan danîn.

Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêz Şehram Sebah têkildarî çalakiyê axivî û got:

“Armanca me ewe ku em fikir û felsefeya Rêber Apo bi civakê bidîn nasandin.

Wek ciwan em vê yekê wek erkek li ser milê xwe dibînin.”

Back to top button