Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hatin lidarxistin.
Bi boneya rojbûna Rêber Apo Meclisa Giştî ya xeta başûr a Reqayê, Akademiya Şehîd Ebdulezîz El-Îsa ya Civaka Demokratîk, endamên meclisê û akademiyê, rûspî û Meclisa Sivîl a Reqayê dar çandin.
Beriya çandina daran, endamê Meclisa Giştî ya Xeta Şamiye Îbrahîm El-Remedan daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de bang li gelên Rojhilata Navîn hat kirin ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan belav bikin ji ber ku banga hezkirin û aştiyê dike.
Li Qamişlo jî, TEV-DEM’ê civînek li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar xist.
Di civînê de hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî.
Hiso banga mezinkirina têkoşînê kir daku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were.
Bi heman boneyê, Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Til Temirê jî şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de sînevizyonek derbarê jiyan û axaftinên Rêber Abdullah Ocalan de hate pêşandan.