HPG’ê: Li Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê 26 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê çalakiyên bi armanca silavkirina 30’yê Hezîranê Roja Fedayîtiyê didomînin.
Gerîlayan li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê bi ser kozîk û çeperên artêşa Tirk a dagirker de girtin.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyên gerîlayan de 26 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir çalakiyên Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê yên bi armanca silavkirina 30’yê Hezîranê Roja Fedayîtiyê dewam dikin.

HPG’ê ragihand ku gerîla di van çalakiyan de bi ruhê Apocî derbên giran li dagirkeran dixin û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî a Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

23’yê Hezîranê sîstema kamera a mobesse ya ku artêşa Tirk li dora Girê Şehîd Şahan bi cih kiribû hat rûxandin.

Heman rojê li Girê Şehîd Şahan tîmên me yên gerok ji du aliyan ve li hêzên dagirkeran xistin û 3 dagirker hatin cezakirin.

24’ê Hezîranê li Girê Karker bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate rûxandin.

26’ê Hezîranê jî li Girê Şehîd Axîn bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Her wiha heman rojê li Girê Şehîd Kamûran jî hêzên me dest danîn ser sîstema kamera a mobesse ku dagirkeran bi cih kiribûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Avaşînê;

25’ê Hezîranê tîmên me yên gerok li qada Kanî Bîyê li komeke dagirkeran xistin ku di nava tevgerê de bûn. Di encama vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

25’ê Hezîranê hêzên me ji du aliyan ve bi awayekî koordîneyî li dagirkeran xistin ku hewl didan li derdora Qada Şikefta Birîndaran bi cih bibin.

Di çalakiya baskê yekemîn de 2 dagirker hatin cezakirin û sîstema kamera ya mobesse hat rûxandin, di çalakiya baskê duyemîn de jî 4 dagirker hatin cezakirin û çadireke dagirkeran hate rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî a Savaş Mereş ya Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna;

26’ê Hezîranê tîmên gerok yên YJA Starê li Girê Şehîd Cûdî li dagirkeran xistin ku hewl didan ber bi tûnelên şer ve werin û êriş bikin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin.

27’ê Hezîranê jî dîsa li Qada Girê Cûdî li hêzên dagirker hate xistin ku di nava tevgerê de bûn. Di vê çalakiyê de jî 3 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê ragihand, 24, 25, 26 û 27’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker 24 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 14 caran bi balafirên şer û her wiha bi dehan caran bi obûsan qadên berxwedanê yên gerîla bombebarankirin.

Back to top button