Li Şehba, Qamişlo, Kampa Waşokanî û Kobanê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê li Şehba, Qamişlo, Kampa Waşokanî û Kobanê bi çalakiyan hatin şermezarkirin. Kesên ku beşdarî çalakiyan bûn diyar kirin ku ew li pişta gerîlayên xwe ne.

Bertek û nerazîbûnên xelkên herêmê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin..

Malbatên gerîlayên HPG’ê yên li Şehbayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Li pêşiya komseriya NY ya li Qamişlo çalakiyek hat lidarxistin

Yekitiya Jinên Ciwan û Kongreya Star jî bi heman armancê li pêşiya Komseriya NY’yê ya li Qamişloyê, çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Ozgur Ronî axivî û berxwedana gerîlayan silav kir.

Piştre li ser navê Kongreya Star a kantona Qamişloyê daxuyaniyek hat xwendin û êrîş hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku rol û erka xwe ya mirovî pêk bînin.

Koçberên kampa Waşokanî êrîş şermezar kir

Koçberên kampa Waşûkanî ya kantona Hesekê jî bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin.

Li ser navê Kongreya Star daxuyaniyek hat xwendin û êrîşên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêber Apo hatin şermezarkirin.

”Em ê li kêleka gerîlayên xwe bin”

Jinên Ciwan ên Kobanê jî berxwedana gerîlayan silav kirin û diyar kirin ku ew ê li kêleka gerîlayên xwe bisekinin.

”Divê civaka navneteweyî li hember êrîşan bisekine”

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê navçeya Fafînê ya Şehbayê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da..

Partiyê bang li civaka navneteweyî kir ku li hember êrîşên Tirkiyê gavên cidî û çalak biavêje.

 

Back to top button