Dêrik-Ji bo pirsgirêka avê torên taybet ji bo bîrên ava tên çêkirin

Dêrikê-Rêveberiya Kehrebê û Avê torên taybet ji bo bîrên avê çêdikin.

Nivîsgeha Enerjiyê derbarê vê rpojeyê de hin agahî belav kirin:

“Li Dêrikê xebta li ser torên taybet ji bo bîrên avê tê kirin.

Kar li ser vê tê kirin ji bo êdî nekeve ber kêmbûna seetên kehrebê .Dema vê projeyê 10 rojin.

Ji bo ti pirsgirêk di torên taybete çênebe.”

Li gor Rêveberyê wê 7 torên taybet bên çêkirin , da ku pirsgirêka avê bi temamî çareser bibe.

Ji Îro heta roja pêcşemê dê 4 bîr têkevin xizmetê.

Back to top button