Bi pirbûna jêderên avê xelkê Hesekê bi nexweşiyan re rûbirû dimînin

Xelkê Hesekê û gundewarên wê ji ber nebûna avê zehmetiyek pir mezin dijîn.
Têkîldarî vê yekê ji çavdêrê beşa ambûlansê Ehmed Ferhan diyar kir ku rojane 100 kes bi nexweşiyên cûrbicûr serî li nexweşxaneyê didin.

Dewleta Tirk a qirker bi dagirkirina Serêkaniyê ve Stasyona Elokê ya avê wek çekekê li dijî heremê bikar tîne.

Îro Hesekê û kampên Hol, Serêkaniyê, Waşûkanî û Êrîşa ji ava paqij bê par in.

Şêniyên bajêr ava sehrîc û bîran bi kar tînin.

Lê ava bîran şor e ji bo vexwarinê bi kêr nayên.

Ji ber pirbûna jêderên avê, rojane xelkê Hesekê bi nexweşiyan re rûbirû dimînin.

Nexweşiyên mîna navçûn, jehrîbûn, nexweşiyên çermê û verişînê.

Ev av li ser nexweşên gurçikan jî xetereyekê çêdike.

“Divê demildest ji bo avê çareseriyek bê dîtin”

Têkildarî mijarê, çavdêrê beşa ambulansan a Nexweşxaneya Gel a Hesekê Ehmed Ferhan axivî û got:

“Ji ber qirêjbûna avê, rojane 100 rewşên nexweşiya jehrîbûn û nexweşên çermê tên nexweşxaneyan.”

Ehmed Ferhan bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku çareyên lez ji bo avê yan ji bo stasyona Elokê bibînin.

Şêniyên Hesekê hêviya wan herikîna avê ji henefiyan e

Back to top button