Mizgîn Zêdan: Divê kongreya netewî teqez pêk were

Rewşenbîr û lêkolînerên Kurd pêkhatina armancên Peymana Lozanê li ser xaka Kurdistanê spartin nakokiyên Kurdan anîn ser ziman ku “Divê kongreyeke neteweyî were avakirin da ku stratejiya Kurdan bike yek û faîlên komkujiyên li dijî Kurdan werin muhasebekirin.”

Rewşenbîr û lêkolînerên Herêma Cizîrê têkildarî bandora Peymana Lozanê li ser Kurdan û girîngiya avakirina yekitiya Kurdan axivîn.

Têkildarî mijarê endama Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Mizgîn Zêdan bandora peymana Lozanê wiha nirxand:

“Îmzekirina Peymana Lozanê pêvajoyeke nû ya pêkanîna komkujiyan li dijî Kurdan, bi taybetî li dijî jinên Kurd bû.

“Li ser gelê Kurd siyasetên qirkirinê pêk hatin”

Gelek bûyerên biêş wekî komkujî, polîtîkayên înkarê, çewisandina mafên wan pêk hatin.

Di serî de jinên Kurd, gelê Kurd hat koçberkirin û siyasetên qirkirinê hatin meşandin.”

Mizgîn Zêdan, li hemberî êriş û tifaqên li dijî pêkhateyan balkişand li ser girîngiya yekîtiya netewî û got:

“Ji bo parastina destkeftiyan, lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî pêwîstiyek e.”

Kurdiyar Dirêî: Divê em stratejiyek hevpar ava bikin

Endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Kurdiyar Dirêî jî bal kişand polîtîkayên qirkirina Kurdan û wiha got:

“Di dirêjahiya sed salan de, binpêkirinên li dijî Kurdan, komkujî û têkbirina şoreşên Kurdan hatin kirin.

Dirêî banga lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî kir û got:

“Divê kongreyeke neteweyî ya kurdistanî were lidarxistin

da ku helwest û stratejiya Kurdên li çar aliyên Kurdistanê bike yek.”

Encamnameya Konferansa Lozanê hate eşkerekirin

Back to top button