Mckenzie: Dawî hatina şerê li Yemenê ne di berjewendiya Îranê de ye

Ji aloziya li Yemenê Tahran berpirsyar tê nîşandan. Serokê Fermandariya Navendî ya DYA’yê (Centcom) Orgeneral McKenzie ji bo Senatoyê got: Dawî hatina şerê li Yemenê ne di berjewendiya Îranê de ye. McKenzie egeriya wê yekê kir ku dibe Hûsî êrişên xwe li welatên cîran jî berfireh bike. Di vê navberê de welatên Konseya Hevkarên Kendavê jî wê li Riyadê bicivin.Civîna ku 29’ê Adarê despê bike wê heta 7’ê Nîsanê dewam bike.

Yemenî bêtirî 7 salanin berdêla şerê mezhebî yê li welat didin.

Di şerê ku ji Îlona 2014’an despêkirî û heta niha bêtirî 233 hezar kes hatine kuştin.

Bi milyonan kes jî nikarin li gorî pêwist xwarinê peyda bikin.

Welat di nava krîzek mezin a aborî û siyasî de ye.

Serokê Fermandariya Navendî ya DYA’yê (Centcom) Orgeneral Kenetth McKenzieكينيث مكينزي, di rûniştina Komîteya Hêzên Çekdarî ya Senatoyê de got;

“Tehranê tûrikek birinc û tiştek xwarinê ji Yemenê re neşand, bi rastî tenê ya şandî tiştên ku pê werin kuştine”

McKenzie tekez kir ku Îran bi alîgirên xwe yên li herêmê bawer e ku ji Yemenê heta Iraq û Sûriyê nakokiyan geş bikin.

General McKenzie ku wê dawiya meha Adarê teqawîd bibe, ev tişt anî ziman:

“Erebistana Siûdî her tim bi firokeyên bê firokev û mûşekên ku Hûsiyan ji Îranê stendine, dibe armanca êrişan.

Hûsiyan êrişî cihên sivîlan li Herêma Kurdistanê kirin.

Mûşekên Îranê metirsiyeke mezin li ser ewlehiya hemû welatên herêmê dike.

Di heman civînê de Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Siyasî Sasha Baker ساشا بيكر teqezî li ser piştgiriya Amerîkayê ji bo parastina Îmarat û Erebistana Siûdî ji êrîşên Hûsiyan kir.

Baker diyar kir ku têkiliyên DYA yên bi Erebîstana Siûdî û Îmaratê re ‘demdirêj’ in.

Di navbera 29’ê Adar û 7’ê Nîsanê de li Riyadê civîna bo Yemenê pêk tê

Konseya Hevkariya Kendavê (KHK) ragihand ku danûstandinên Yemen-Yemenê wê di navbera 29’ê Adar û 7ê Nîsanê de li paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê bên lidarxistin.

Sekreterê Giştî yê Konseyê Dr. Nayîf El-Hecraf duh li Riyadê di kongirekî rojnamevanî de got:

“Hemû alî ji bo pejirandina agirbesteke berfireh, danûstandinên aştiyê, yekirina rêzan, pira navbera birayan, vegerandina îstiqrar, ewlehî û aştiyê, piştgirîkirina hikûmeta rewa, wê beşdarî danûstandinan bibin.

Dr. Nayîf El-Hecraf anî ziman ku armanca sereke ya wan nêzkirina alîyan ji bo daxwazên gelê Yemenê û piştgiriya di xebatên navnetewî de ye.

Back to top button