Kurtay Serhed: Êrişên niha berdewama êrişên 2021’an e

Rojnamevan Kurtay Serhat rewşa dawî ya qadên Heremên Parastina Medyayê ragihand.
Kurtay Serhat bi bîr xist ku êriş piştî serdana Mesrûr Berzanî ya Enqereyê zêdetir bûne û got:
“PDK hîn jî nahêle saziyên eleqedar mijara çekên kîmyewî lêkolîn bikin.”
Serhat diyar kir ku gerîla planan têk dibe, lê pêwîst e her kes dijî çekên kîmyewî û êrişan xwedî helwest be.

Artêşa Tirk şeva 20’ê Tîrmehê li herêma rojavayê Zapê dest bi êrişeke nû ya dagirkirinê kir.

Artêşa Tirk her êrişeke dagirkeriyê ya li ser Kurdistanê di rojên dîrokî de dide destpêkirin.

Bi vî rengî hewl dide peyamên cuda yên siyasî bide.

Vê carê jî di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ya qirkirinê de da destpêkirin.

Lê Gerîlayên YJA Star û HPG’ê bi rengekî cewherî bersiv didin êrişên dagirkeriyê.

HPG’ê eşkere kir ku li qada Girê Cûdî di şerê 5 rojên dawî de zêdeyî 25 leşker hatin kuştin.

Rojnamevan Kurtay Serhat rewşa dawî ya qadên berxwedana gerîla ragihand.

Kurtay Serhat der barê êrişên dagirkeriyê, hevkariya PDK`ê ya bi Tirkiyê re axivî.

Kurtay Serhat anî ziman ku êrişên vê dawiyê pêk hatine berdewama pêla êrişên 2021`an e û ev nirxandin kir:

“Îsal dewleta Tirk li gor planên xwe hemû teknîka xwe bi kar anîn.

Lê negihîşt armanca xwe û bi ser neket.

Gerîla teknîka pêşketî ya dewleta Tirk vala derxist.

Kurtay Serhed: Li cihê êriş dikin cenazeyên leşkerên xwe şewitandibûn

Dewleta Tirk niha di êrişên xwe de giranî daye Girê Cûdî.

Ji ber dagirkeran sala derbasbûyî li Girê Cûdî darbeyên giran xwarin.

Li vir dewleta Tirk cenazeyên leşkerên xwe şewitandibûn.

Ji bo wê jî ev Girê Cûdî dibe ku ji dewleta Tirk re bûbe mijara ‘namûsê’.”

Kurtay Serhed: Dewleta Tirk rolek daye PDK’ê

Serhat bal kişand ser rola PDK’ê di êrişên li dijî qadên gerîla de û got:

“Ev êriş piştî hevdîtina Mesrûr Berzanî ya li Tirkiyeyê xurtir bûn.

Di van êrişan de dewleta Tirk rolek daye PDK’ê. Diyar e ku PDK îqna kirine.”

Kurtay Serhed: Rewş xeternaktir dibe, divê her kes helwest nîşan bide

Serhat diyar kir ku gerîla planan têk dibe, lê pêwîst e her kes dijî çekên kîmyewî û êrişan xwedî helwest be.

Back to top button