Li Lubnanê di encama teqînekê de kuştî û birîndar hene

Li bajarê Benfoul li başûrê Lubnanê teqînek pêk hat .

Di encama teqînekê de kuştî û hejmarek birîndar hene .

Li bajarê Benafoul, navçeya Sîdon, di saetên sibehê de, li navendeke li kêleka avahiya şaredariyê teqînek pêk hat.

Di encama teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da û herî kêm 7 kes jî birîndar bûn .

Ziyanên madî jî çêbûn .

Li gorî hin agahiyan teqîn ji ber şewata navenda Komeleya Ambulansên Tendirustiyê ya li bajêr derketiye.

Ku tê de 12 şûşeyên oksîjenê hene.

Back to top button