Mala Êzidiyan zarokek radestî Meclisa Şengalê kir

Mala Êzidiyan a Herêma Hesekê zaroka bi navê Melîka Seed Dexîl ku li Kampa Holê li gel malbatek DAIŞ’î bû radestî Meclisa Şengalê kirin.

Mala Êzidyan a Herêma Hesekê piştî ku Melîke li gel malbatek DAIŞ’î dîtin, îro ew radestî Meslisa Şengalê kirin.

Nûçegihanê me ragihand ku, di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê Melîka Seed Dexîl û malbata wê ji Şengalê revandin û di heman salê de bavê Melîke li ber çavê wê kuştin.

Nûçegihan diya kir ku çeteyên DAIŞ’ê bira û diya Melîke birin Hecînê ya Dêra Zorê û li wir dema weke mertalên zindî hatin bikaranîn hatin kuştin.

Ji destpêka tunekirina DAIŞ ji aliyê leşkerî ve heta niha Mala Êzîdiyan a Hesekê 233 jin û zarok rizgar kirim û radestî Meclisa Şengalê kirin.

Back to top button