Beştaş: Pirsgirêk bi muxatabiya Ocalan çareser dibe

Ji ber polîtîkayên hikumeta Faşîst ya AKP-MHP’ê tirkiyê di nava krîzan de difetise.

Tevî krîza aborî, rewşa li nava welat û zextên li ser demokratan jiyana bi milyonan kesî kiriye dojeh.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bang li partiyên mûxalîf ên dibêjin ew ê pirsgirêka kurd çareser bikin, kir û got:

Bila tu kes pirsgirêka kurd ji xwe re neke amûr.

Beştaş bal kişand ser rapora CPT û destnîşan kir ku pirsgirêk bi muxatabiya Rêber Ocalan çareser dibe.

 

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.

Beştaş bal kişand ser rapora Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a li ser serdanên xwe yên salên 2017 û 2019’an û destnîşan kir ku CPT bi rengekî fermî tecrîd, êşkence û kiryarên xerab kir belge.

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku tecrîdkirina Ocalan û girtiyên li Îmralî tecrîda li ser aştiyê ye.

Ev yek pêşiya çareseriyê astengiya herî mezin e.

Divê welatiyên Tirkiyeyê vê yekê bi vî rengî fêhm bike.

Êdî dem hatiye ku pêşî li çareseriyê û aştiyê bê vekirin.

Beştaş diyar kri ku tecrîd astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriyê ye û ev tişt anî ziman:

Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, şer bi dawî nabe, xizanî bi dawî nabe.

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku meseleya Kurd bi gotina ‘rojbaş’ a li Amedê, çareser nabe û ev pirsgirêk bi nedîtina îradeya gelê Kurd nepêkane ku çareser bibe.

Beştaş careke din weke rêya çareseriya ji krîza heyî Îmralî destnîşan kir.

Back to top button